Lînkên eksesibilîtî

De Mistura Ser Rewşa Helebê Hişyarî Dide


Nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî bo Sûrîyê Staffan de Mistura îro Sêşemê reşbînîya xwe li ser rewşa Helebê dîyar dike û pêşbînî dike ku rewşa rojhilata Helebê zêde dirêj nake.

"Nikarim înkar bikim ku livên leşkerî li Helebê pirtir bûne û ew tevger her zêdetir dibe, Mistura di axaftineke de li Parlemana Ewrupî got.

Hişyarîya Mistura di vê demê de tê ku hêzên hikûmeta Sûrî pêşdeçûnên girîng li rojhilata Helebê dest xistiye, lê nêzîkî 16,000 kes cîh û warên xwe hêlane û aware nûne.

Berpirsê karên mirovahî ya Neteweyên Yekbûyî Stephen O'Brien bal kişand ku rewşa li Helebê pir dijwar e û bi hezaran sîvîl di mercên giran de dijîn.

XS
SM
MD
LG