Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Îraqî Mizgefta el-Nurî ya li Mûsilê Dorpêç Dikin


Ajansa Reutersê ji zarê fermandarên Îraqî ragihand ku hêzên hikûmetê, îro Çarşemê hinekî din nêzî Mizgefta el-Nurî bûne ku serokê DAIŞ’ê Ebubekir el-Bexdadî, di sala 2014’an de ji wir xîlafeta xwe ya li ser erdên Îraq û Sûrîyê ragihandibû.

Heta niha bi hezaran xwecihên Mûsilê ji herêmên di dest DAIŞ’ê de revîyane, lê li rojavayê bajêr hîn jî bi deh hezaran sîvîl li malan asê mane.

Rojnamevanên Reuters’ê dîyar dikin ku di rojên dawî de, pevçûn careke din gur bûne ku hêzên hikûmetê niha bi helîkopteran êrîşan dibin ser enîyên DAIŞ’ê yên li ber rawestgeha trenê.

Mûsilîyên ku ji herêmên di dest DAIŞ’ê de direvin, dibêjin ku çekdarên rêxistina tundrê xwe li nav sîvîlan de û xanîyên ku li sûkên teng in, vedişêrin.

General Raed Şakir Cewdet bi daxuyanîyekê da zanîn ku hêzên Îraqî li rojavayê Bajarê Kevn ya Mûsilê herêma Qadheb el-Ban û stadyuma el-Malab bi temamî sitandine û çekdarên di Mizgefta el-Nurî de dorpêç kirine.

DAIŞ bi muşekan bersîva êrîşan dide û bi drone yên biçûk teqemenîyan berdide ser enîyên hêzên Îraqê ku heta niha herî kêm dronek ji alîyê leşkerên Îraqî ve hatiye xistin.

XS
SM
MD
LG