Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Sûrî Dibêje Agirbest Hîn Dawî Nebûye


Wezîrê Derve yê Sûrîyê Welîd Mualîm dibêje, agirbesteke bi pşengîya Amerîka û Rûsya hîn pêkan e û rêvebirîya wî jî amade ye ku di hikûmeteke yekgirtî de cîh bigire.

Mualîm di hevpeyvîneke televîzyona Mayadeen de de, îro Duşemê Amerîka, Brîtanya û Fransa tawanbar kir ku jibo alîkardayîna terorîstên li nav Sûrîyê, civîna Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî rojekê pêştir pêk anî.

Wî dîyar kir ku ragihandina berdewam ya navbera Wezîrê Derve yê Amerîkî Kerry û yê Rûsî Lavrov nîşan dide ku lihevkirina agirbestê ya hefteya borî hîn jî nemirîye.

Hêjayî balkişandinê ye ku artêşa Sûrî hefteya çûyî ragihandibû ku agirbest bi dawî hatiye.

Mualîm pêgirîya hikûmeta xwe ya jibo qedandina şerê navxweyî ya Sûrî jî dubare kir û got ku Şam wê piştgirîya referandumeke li ser destûreke nû, hilbijartinên parlemanî û avakirina hikûmeteke yekgirtî bike.

XS
SM
MD
LG