Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Ladayî yê Misirê, Mubarek Îro Hate Berdan


Serokê berê yê Misirê Husnî Mubarek ku di dema Buhara Erebî de hatibû ladan, piştî şeş salên binçavkirinê, îro Înê hate azad kirin.

Parêzêrê Mubarek Farid El Deeb ragihand ku ew ji girtîgeha Nexweşxaneya Leşkerî ya Maadi derket û çû mala xwe ya li Heliopolis.

Mubarek ê 88 salî,di nav vê mehê de, ji tawana hember wê ya mêrkujîyê hatibû paqij kirin jimareke dozen din yên hember wî jî bê cezadayînî dawî bûbûn.

Mubarek di Adara 2011, du meh piştî ji desthilata hatibû gêr kirin, hatibû girtin û ji hinge heta niha li girtîgeh û di bin parastina nobedaran de li nexweşîyên leşkerî dihate girtin.

XS
SM
MD
LG