Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mujgan Ekin Bêjera Ozgur Gun TV 44 Roj in li Enqerê Wenda Ye


Mujgan Ekin Endama meclisa Şáredariya Surê û Bêjera Ozgur Gun TV
Mujgan Ekin Endama meclisa Şáredariya Surê û Bêjera Ozgur Gun TV

Endama meclisa Şaredarîya Sur'ê û pêşkeşvana Ozgur Gun TV, Mujgan Ekîn ji 24'ê Cotmehê û vir de li Enqerê hinda ye.

Bavê Mujganê, Esat Ekin dîyar kir ku 44 roj berê keça wî bi armanca serlêdana bawernama Masterê çûye Enqerê û wî bi destê xwe keça xwe li otobusê sîyar kiriye.

"Keça min bi taksîyê dixwaze qesta mala hevaleke xwe bike, lê piştî li Enqerê ji metroyê peya dibe û siwarî taksîyê dibe tu tiştek jê nayê zanîn."

Bavê Mujgan dibêje rojeke şûnda bi otombîla xwe diçe Engerê, serî li gozgerîyê dide, lê tu agahî ji keça xwe nagire.

Esat Ekin bi hewildanên xwe yên taybet xwe digehîne şofêrê taksîya ku Mujgan lê sîyar bibû û şofêr daye zanîn ku polîsan li taxa Batikentê pêşîya wan girtîye û Mujgan, bi behaneya ku bombevan e, desteser kiriye.

Piştî şahidîya şofêr, bavê Mujganê diçe dozgerî, lê ne emnîyet, ne dozger qebûl nakin ku Mujgan hatiye binçav kirin.

“Hê jî tu rayedarek bersiveke erênî nedaye û ez keça xwe ji dewletê dixwazim. Ezê jibo balê bikşînim ser rewşa Mujganê, tevî zarokên xwe li ber meclîsê dest bi çalakîyê bikim.”

Bavê Mujgan Ekin dibêje jiber ku niha li ser civakê tirsek heye, rewşa Mujgan nayê ser zimanan.

“Ez bavê wê me, lê dema ku li keça xwe digerim ez ditirsim, kesên din çawa netirsin?”

Raporta Xecîcan Farqîn 05.12.2016
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:27 0:00

XS
SM
MD
LG