Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mûrad Ciwan: Civîna Malikî û Salih Muslim Tiştekî Ne Baş Bû


Hêzên navneteweyî naxwazin ezmûna Îraqê, ya piştî sala 2003’ê, li Sûrîyê dubare bibe, li gorî nivîskar û şarezayê sîyasî Mûrad Ciwan.

Birêz Ciwna dibêje ku hêzên navneteweyî û welatên cîran dixwazin piştî nemana Beşar El Esed, hikûmeteke yekgirtî ya merkezî li Sûrîyê ava bibe û “ji tecrûba Îraqê dixwazin dersan werbigirn.”

Derbarê hevdîtina serokwezîrê Îraqî Nûrî El Malikî û rêberê Partîya Yekîtîya Demokrat Salih Muslim, birêz Ciwan got ku hevdîtina Malikî û Muslim tiştekî ne baş bû. Wî werhia got ku yek ji sedemên serekî yên pêkanîna operasyona hêzên Dîcleyê ji layê Malikî ve ew e “ku ew rê bigire ku Kurd li Herêma Kurdistanê bikaribin alîkarîya Kurdên rojava bikin.”

Herwiha sebaret bi rewşa Kurdan li Sûrîyê, birêz Ciwan got ku “eger Kurd hêzeke xûrt û yekgirtî peyda nekin û ji niha ve bajarên xwe nexin di destê xwe de, wê nikaribin mafê Kurdên Sûrîyê biparêzin.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG