Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Pêdaçûnê ya Misirê Cezayê Mursî Betal Kir


Dadgeha pêdaçûnê ya Misirî yek ji biryarên cezayê zindanê ya dirêjîya ku bo serokê gêrkirî Mihemed Mursî hatibû dayin, îro Sêşemê xira kir.

Mursî bi tawanên xiyanetê ya girêdayî gruba Hamas ya Fîlîstînî ew cezayê dirêjîya jînê xwaribû û cezayekî din yê îdamê jî hefteya borî ji alîyê heman dadgehê ve xatibû pûç kirin.

Dîsa, heman cezayên ku li çend hevkarên wî hatibûn dayîn jî, ji alîyê heman dadgehê hatibûn rakirin.

Li gor qanûnên Misirê, wê Mursî û hevkarên wî li ser du cezayên betalkirî careke din werin darizandin.

Mursî divê jiber berspirsîya wî ya bi neqanûnî girtin û êşkencekirina xwepêşanderên dervayê qesra seroktîyê ya sala 2012’an de, wê 20 sal li zindamê bimîne. Ew ceza di destpêka salê de hatibû erê kirin.

XS
SM
MD
LG