Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Îraqê li Mûsil Pêşdikevin Û NY Daxwaza Parastina Sivîlan Dike


Peyvdarekê leşkerî roja Sêşemê ragihand ku leşkerê Îraqê li bajarê Mûsil pêş dikeve û doh û şevê din du taxên din yên dikevin başûrê rojhilatê bajêr rizgar kirin, lê ev pêşketin, jiber parastina giyanê sivîlan hêdî tên meşandin.

Peyvdarê leşkerî dide zanîn ku çekdarên DAIŞê tektîka girtina sivîlan weke mertalên zindî bikartîne, jiber vê yekê ew nikarin bilez êrîşên xwe li Mûsil pêk bînin û taxên bajêr bi şêweke lezgîntir rizgar bikin.

Ji aliyê xwe ve Netewên Yegritî ragihand ku, hejmara qurbaniyên sivîl jiber şerên dijwar di du heftiyên borî de zêde bûye, hejmareka zêde ya qurbaniyan tên nexoşxanên nêzîk bajarê Mûsil.

Destpêka sala nû şerên dijwar li herêmên rojhilat û bakûrê rojhilatê Mûsil tên berdewamkirin, bo cara yekê hêzên Îraqê gihane ser rûbarê Dîcle yê ku bajarê Mûsil dike du parçe.

Eqîd Abdulemîr al- Muhamedawî peyvdarê yekîneyên bersivdana lezgîn ya polîsên Fedralî dibêje astengiya herî mezin li hember pêşketinên wan ewe, dema çekdarên DAIŞ xwe di nava sivîlan de vedişêrin, jiber wê yekê pêşketin hêdî tên encam dan.

Peyvdar dibêje yekîneyên bersivdana lezgîn û yên leşkerê Îraqê gihana nava taxên Felistîn û Sumer, lê çekdarên DAIŞ wan sivîlan gulebaran dikin yên ku dixwazin ji herêmên şer birevin.

Muhamedawî dîsan dibêje dema hêzên Îraqê nêzîkî rizgarkirina hind taxan dibin, xwecihên wan taxan alayên spî hildigirin û direvin, ber bi herêmên leşkerê Îraqê ve tên, lê çekdarên DAIŞ dema wan dibînin, gulebaran dikin û bi top û hawenan êrişî sivîlan dikin.

Ofîsa Netewên Yegirtî da zanîn ku jiber rewşa şer di heftiya borî de nêzîkî 700 kes bo nexoşxanên li herêmên li jêr kontrola kurdan hatine veguhastine, li nêzîkî Mûsil, herweha heftiya berî wê jî 817 kesan daxwaza çareseriyê kir bûn li wan nexoşxanan.

XS
SM
MD
LG