Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Îraqê Nêzîkî Avahiyê Parêzgeha Mûsil Dibin


Berpirsên Îraqê ji bajarê Mûsil didin xweyakirin ku îro roja Çarşemê, hêzên wan yên leşkerî 800 metir mane bigehin navenda avahiyê parêzgeha Mûsil.

Avahiyên hikûmî li navenda bajarê Mûsil li aliyê bakûrî rojava dimînin, dema ku hêzên Îraqê wan avahiyan bi temamî kontrol vikin, tê wateya serkeftinek mezin.

Lîwa Thamir al-Hussaini fermandarê yekîneyên bersivdana lezgîn dibêje, wan kontrola hemû aliyên çemê Dîcle kirine û dest danîne ser yek ji pênc pirên herdu aliyên bajaêr bi hev re girê dide, ev pira li ser çemê Dîcle dê gelek alîkar be jibo rizgarkirina malbatan ji aliyê rojava û herweha veguhastina pêdviyên leşkerî.

Thamir al-Hussaini got "di çend rojên li pêşiya me de, bi temamî em di nava avahiyê parêzgehê de ne'.

Muhammad Abbas endamekî Polîsên Fedral dibêje, "li nêzîk me du çekdarên Daiş'ê hebûn, yekî ji wan êlekê xwekujî li xwe kir bû, balefirên hevpeymanan hatin bombebaran kirin û ew hatin kuştin".

Xwecihên li herêmên nêzîkî şer dimînin, didin zanîn ku, şerekê giran heye û li her cihekî dûkela reş bilind dibe û şopên kuştin û şerekî dijwar tên dîtin.

XS
SM
MD
LG