Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hezaran Kes ji Sedema Şerê Rizgarkirina Musil Direvin


Roja Çarşemê gropên alîkariyên mirovanî û parastina zarokan da zanîn ku, bi hezaran kes ji sedema şerê rizgarkirina Musil direvin, jiber destpêkirina operasiyona rizgarkirina Musil ji çekarên DAIŞ, ji aliyê hêzên Kurdan û yên Îraqî de şer û pevçûn tên berdewamkirin.

Gropa alîkariyên mirovatî dibêje di 10 rojên borî de nêzîkî 5000 kes koçberî Sûriyê bûne, dihê gomankirin ku di rojên bihên de hejmara koçberan gelek zêdetir bibe.

Tariq Qadir berpirsê Musil yê gropa alîkariyan got"Ew koçber destvala hatine, tiştek li gel xwe ne anîne, bi tenê cilên wan diberdane, wek din ne tiştek bi xwe re aniye û ne tiştek li wêderê heye ew bidin wan û alîkariya wan bikin".

Li aliyekî din berdevkê Pentagonê kaptinê hêzên deryayê Jeff Davis, doh da zanîn ku, nêzîk 10.000 Kurd û 18.000 Îraqî herweha çendîn hêzn din di operasiyona rizgarkirina Musilê de beşdarin, ewê hewil bidin 3000 heta 5000 çekdarên DAIŞ ji bajarê Musli derbikin ku, duyemîn bajarê Îraqê yê herî mezine û ev du sale li jêr kontrola çekdarên DAIŞê de ye.

Berpirsên fermî yên Amerîka dibêjin zêdetirî 100 endamên leşkerê Amerîkî li bingeha sereke ya operasiyonên rizgarkirina Musil hene, ew di nava hevkariyê de ne li gel leşkerên Îraqî û hêzên Kurdan.

Çavdêr texmîn dikin ku hejmareke zêde ya koçberan ji encama şerên heyî birevin û xwe bigehînin herêmên dûrî eniya şer.

XS
SM
MD
LG