Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fermandarê Hêzên Esmanî yê Îraqê: Êrîşa Ser Mûsilê Nêzîk Dibe


Serfermandarê hêzên esmanî yê Îraqê Enwer Hemeemîn îro Çarşemê da zanîn ku, hêzên pêşmergan û yên artêşê bi hevkariya hevpeymanan di demekê nêzîk de, êrîşan ser Mûsilê pêk bînin da ku bajar ji destê DAIŞê bê deranîn.

Fermandarê hêzên esmanê Îraqê dibêje, herçende şerê rizgarkirina Mûsil weke ku dê şerekî dijwar be jî, lê di demekî kurt de bajar dê bihê rizgarkirin.

Fermandar Hemeemîn dibêje xelkekê zor yê sivîl di nava bajêr de heye lê ewan pilanek weha darêtiye ku, sivîl ziyanê nebînin, herweha da zanîn ku xelkê nava Mûsil hevkariya hêzên Îraqê dikin û pêzanînan liser liv û tevgera çekdarên DAIŞê didin wan.

Bajarê Musil weke mezintirîn bajarê Îraq û Sûriyê yê heta niha li jêr kontrola DAIŞê de ye, çavdêr weha dibînin eger ku, Musil ji çekdarên DAIŞ hate rizgarkirin, dê ew rêxistin lawaz bibe û ji piraniya bajarên Îraqê bihê derkirin.

Dilşad Enwer raport
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:41 0:00

XS
SM
MD
LG