Lînkên eksesibilîtî

Leşkerê Îraqê Pêş Dikeve Û Efserek Dibêje Mûsil 3 Mehên Din Rizgar Dibe


REUTERS Yekîneyên Leşkerê Îraqê di dema şer û pevçûnan de li gel çekdarên DAIŞ

REUTERS Yekîneyên Leşkerê Îraqê di dema şer û pevçûnan de li gel çekdarên DAIŞ

Berpirsên leşkerî didin xûyakirin ku, hêzên leşkerê Îraqê liser hesaba Dewleta Îslamê (DAIŞ) pêş dikeve û herêmên nû yên li jêr kontrola DAIŞ rizgar dike.

Ajansa Reuters li gur axiftinên efserekî li eniya şer radigihîne ku, saziya li dij terorê taxê Sedîq li bakûrê Mûsil rizgarkirye û ji wir êrîşî taxa Hezebe dike ku, doh hêzên wan şerên dijwar li dij çekdarên DAIŞ li wir encam dabûn.

Jibo kontrola temamî ya beşa rojhilatê Mûsil bihê kirin, divê hêzên Îraqê bigihin rûbarê Dicle ji aliyê rojhilat ve heta ku bikarin, êrîşî beşa rojavayê Mûsil bikin, yê ku niha her hemû li jêr kontroa çekdarên DAIŞê de ye.

Daxûtyaniya leşkerê Îraqê daye xûyakirin ku hêzên wan û yên saziya li dij terorê êrîş birine ser herêmên dûr li başûrê Mûsil yên ku li jêr kontrola çekdarên DAIŞê de ne, da kû destkeftiyên xwe yên ser lêvên çemê Dîcle biparêzên yên li heftiya borî bidest xistîn û bo cara yekê hêzên wan gihiştîn wan herêman.

Li aliyek din Jeneralê Îraqê Talib Shaghati di hevpeyvîneka xwe ya li gel AP daye xûyakirin ku di sê mehan de Mûsil dê rizgar bibe.

Hevpeymaniya navnetewî ya bi serokatiya Amerîka hevkariya leşkerê Îraqê dike jibo derxistina çekdarên DAIŞ ji mezintrîn cihê ku heta niha li jêr kontrola wan de ye li Îraqê.

Pispor didin xûyakirin kontrol kirina Mûsil ji aliyê leşkerê Îraqê ve, dê rêxistina şîdetdakr ya bi navê Dewleta Îslamê (DAIŞ) gelek lawaz bibe.

XS
SM
MD
LG