Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Îraqî li Rojhilata Mûsilê Pêşdeçûna Xwe Didomînin


Hêzên taybet yên Îraqî îro Înê avêtin ser avahîyeke Zanîngeha Mûsilê li bakurê rojhilata bajêr û çekdarên DAIŞ'ê neçar kirin ku paşve bikşînin.

Artêşa Îraqê ragihand ku hêzên wê giheştine pireke din ya ser Çemê Dîclê û armanca wan ew ku tevahîya rojhilata çem bixin bin kotrola xwe ku Mûsilê ji başûr û bakur dabeş dike.

Reuters radigihîne ku mîlîtanên DAIŞ'ê berxwedaneke xurt dane ku zanîngehê ku di sala 2014'an de ketibû destê wan, biparêzin û pevçûnên tund li hindurê kampusa zanîgehê derketin.

Di operasyona sê mehan de, hêzên Îraqî bi piştgirîya firokên koalîsyonê pirtirîya rojhilata Mûsilê kontrol kirine û çend hefte ne ku bi amadekarî û çekên baştir operasyonên xwe didomînin.

XS
SM
MD
LG