Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fermandarê Amerîkî Dorrian Dibêje 20 ji Sedê Mûsilê Rizgar Bûye


Berdevkê Koalîsyona dijî DAIŞ'ê Kolonel John Dorrian got ku heta niha 20 ji sedê Mûsilê hatiye rizgar kirin û şerekî pir xeter hîn jî berdewam dike.

Dorrian da zanîn ku rojhilata Mûsilê ji tevahîya bajêr hatiye cuda kirin, lê pir dijwar e ku mirov texmîn bike bajar wê kengî bi temamî azad be.

Wî dîyar kir ku hêzên Îraqî pêşdeçûna xwe didomînin, lê bal kişand ku ew hember dijmineke fanatîk şer dikin.

Dorrian da zanîn ku hêzên Îraqî dora Mûsilê bi tevahî pêçandine û filitîn ji mîlîtanên DAIŞ'ê re tuneye.

Hêjayî bîrxistinê ye ku hêzên Îraqî di 7'ê Cotmehê de, bi piştgirîya pêşmergeyan û bi desteka êrîşên esmanî yên koalîsyonê, dest bi operasyona rizgarkirina Mûsilê kiribû.

XS
SM
MD
LG