Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ Mizgefta el-Nurî ya Mûsilê Dorpêç Dike


Mizgefta el-Nurî
Mizgefta el-Nurî

Jêderên herêmî yên Mûsilê radigihînin ku çekdarên DAIŞ’ê, Mizgefta El-Nur, ku rêberê rêxistina tundrê Ebubekir el-Bexdadî ji wir xîlafet ragihandibû, dorpêç kiriye.

Çavkanîyeke ji Mûsilê da zanîn ku DAIŞ’ê ji malbatên ku nêzî mizgeftê rûdinin xwestîye ku ji malên xwe derkevin û hemî rêyên diçin mizgeftê girtine.

Ebubekir el-Bexdadî, di sala 2014’an de piştî DAIŞ’ê ji sê paran pareke Mûsilê bi dest xistibû, bi xutbeyeke ji Mizgefta el-Nur xîlafeta li ser erdên Îraq û Sûrîyê ragihandibû.

Jêdereke ji herêmê ji AP’ê re ragihand ku çekdarên DAIŞ’ê êdî li herêma mizgeftê bi komî nagerin û di tunelan re ji malan derbazî malên din dibin.

Li gor daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) hîn ji 100,000 zêdetir kes li herêma ku di destê DAIŞ’ê de ye dijîn.

Hêzên Îraqî di meha Mijdarê dest bi operasyona rizgarkirina Mûsilê kir. Di serê salê de hikûmetê ragihand ku rojhilata Mûsilê hatîye rizgar kirin. Ji wê çaxê ve tenê herêma dîrokî ya Mûsilê û çend taxên din di destê DAIŞ’ê de ne.

XS
SM
MD
LG