Lînkên eksesibilîtî

Jêderên Amerîkî: Li Hindurê Mûsilê 2000 Çekdarên DAIŞ'ê Mane


Li Mûsilê leşkerên Îraqî û li erdê çekdarên DAIŞ'ê yên kuştî

Li Mûsilê leşkerên Îraqî û li erdê çekdarên DAIŞ'ê yên kuştî

Reuters’ê do Yekşemê ragihand ku hêzên Îraqî, li jor bi helîkopteran li jêr jî bi tankan êrîş birin ser enîyên DAIŞ’ê yên li Bajarê Kevn ya Mûsilê û hinekî din nêzî Mizgefta el-Nurî bûn.

Wezareta Berevanî ya Îraqê da zanîn ku di êrîşeke esmanî ya koalîsyona bi pêşengîya Amerîka de jî, şeş fermandarên DAIŞ’ê yên biyanî yên ji rojava, ku yek ji wan Rûs e, hatin kuştin.

Hêzên Polîsên Federal, roja Yekşemê rawestgeha trenê derbas kirin û gehiştin ber Mizgefta el-Nurî ku di sala 2014’an de serokê DAIŞ’ê Ebubekir el-Bexdadî ji wir xîlafeta xwe ya li ser erdên Îraq û Sûrîyê ragihandibû.

Xwecihên ku piranîya wan jin û zaro bûn, dema şer dom dikir, bi çente û baholan ji nav kavilên cengê reviyan.

‘’Hêzên Îraqî jiber baranên boş operasyon rawestandibûn. Di qonaxa dawî de dê temamê Bajarê Kevn were sitandin’’ berdevkekî hêzên hikûmetê got.

Operasyona rizgarkirina Mûsilê di meha şeşan de ye ku ew bajar yek ji kelehên DAIŞ’ê dihat dîtin. Hêzên hikûmetê piştî rojhilata Mûsilê bi temamî kontrol kirin, niha li rojava operasyonên xwe didomînin ku nîvê wê herêmê jî bi dest xistine.

Pevçûnên dawî li dor Mizgefta el-Nurî ya bi mînareya xwe ya xwar navdar e pêk hatin. Sitandina wê mizgeftê, jibo DAIŞ’ê ewê têkçûneke mezin be ku jiber ku Bexdadî ji wir xîlafet ragihandîye wateyeke wê ya sembolîk jibo rêxistina tundrê heye.

Karbidestên Amerîkî dibêjin ku di hindur Mûsilê de nêzî 2000 çekdarên DAIŞ’ê mane ku bi topan, sekvanan û êrîşên bi wesayîtên bombebarkirî li ber xwe didin.

Ala reş ya DAIŞ’ê hîn jî li ser mînareya mizgeftê li ba dikeve.

Wezareta Berevanî ya Îraqê bi daxuyaniyekê dîyar kir ku di êrîşa esmanî ya li ser navendeke fermandarên DAIŞ’ê de, Abdulkerîm el-Rusi, rêberê enîya Tariq Bin Ziyad, fermanderên Brîtanî-Cezayîrî, Fransî-Sûrî, Tirk û duduyên ji Fasê hatine kuştin.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG