Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jiber Mij û Baranê Operasyona Mûsilê Hat Sekinandin


Li Mûsilê enîyeke şer
Li Mûsilê enîyeke şer

Reuters’ê îro Pêncşemê ragihand ku Artêşa Îraqê jiber mij û baranê operasyona Mûsilê ya li hêla kevn ya wî bajarî rawestandîye ku çekdarên DAIŞ’ê jî di vê fersendê de xwe li sûkên teng yên li herêma operasyonê veşartine.

Artêş û hêzên ewlekarîyê di rojên dawî de li alîyê bajarê kevn, pira sereke ya li ser Çemê Dîjle bi dest xistibûn û li hêla mizgefta ku serokê DAIŞ’ê Ebubekir el-Bexdadî, di sala 2014’an de ji wir xîlafeta xwe ragihandibû jî pêşde çûbûn.

Heta niha Mûsil yek ji navendên mezin yên DAIŞ’ê bû, lê karbidestên Îraqî radigihînin ku xeleka li dor rêxistina tundrê teng dibe û operasyon ber bi qonaxa dawî ve diçe.

Serê sibeha Pêncşemê, hêzên hikûmetê hewil dan ku çekdarên DAIŞ’ê yên li Mûsila kevn bi temamî dorpêç bikin. Do û îro nexweşxane jî di nav de gelek avahî ji dest DAIŞ’ê hatin derxistin lê fermandaran dan zanîn ku wesayîtên bombebarkirî û mayinên di malan de kirin ku operasyon hinekî giran dom bike.

‘’Operasyona li rojavayê Mûsilê jiber esmanê bi mij û baran hat sekinandin. Bêyî piştgirîya êrîşên esmanî em nikarin pêşde herin’’ berdevkekî artêşê ji Reuters’ê re got.

Rojnamevanên li herêmê dan zanîn ku DAIŞ cî bi cî bi topan êrîşê hêzên hikûmetê dike.

Berpirsekî Polîsên Federal jî rawestandina operasyona piştrast kir û got ku fermandarên hêzên hikûmetê jibo planên êrîşên nû kom bûne.

XS
SM
MD
LG