Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Îraqî Deverên Rojhilata Mûsilê Topbaran Dikin


Leşkerên Îraqî li Bartella
Leşkerên Îraqî li Bartella

Di hefteya didoyan ya operasyona rizgarkirina Mûsilê de, Hêzên Îraqî îro Duşemê deverên derveyî Mûsilê topbaran dikin.

Êrîşên îro nêzîkî Bartella ya 15 km rojhlata Mûsilê dikin armanc. Hêzên Îraqî û pêşmergeyan ji bajarokên rojhilat û başûrê Mûsilê pêşdeçûna xwe didomînin.

Nûnerê taybet yê Serok Obama Brett McGurk îro di hesaba xwe ya Twitteêî ragihand ku di hefteya yekê de hemî armancên plankirî cîh hatin.

Qumandarên Kurd do Yekşemî îdia kiribû ku wan pêçdaçûnên mezin li Başîqa dest xistine û hin şervanên wan ketine nav bajarokê, lê ew îdia nehatin piştrast kirin jiber ku medya nikare têkeve wan deveran.

XS
SM
MD
LG