Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Îraqê Radigihîne ku Firîngeha Mûsilê Tê Rizgar Kirin


Mûsil
Mûsil

Reuters'ê îro Pêncşemê ragihand ku Artêşa Îraqê, ku Amerîka piştgirîya wê dike, di operasyona li rojavayê Mûsilê de pêşde çûye û gehiştîye ber firîngeha wî bajarî.

Berdevkê artêşê Sabah el-Numan, da zanîn ku serê sibê operasyoneke berfireh destpê kiriye.

''Em dikarin piştrast bikin ku DAIŞ li firîngeha Mûsilê ji alîyê leşkerî ve têk çû, hindik maye ew der bi temamî di dest hêzên me keve'' Numan got.

Firîngeh û bingeha wê ya leşkerî ji Hezîrana 2014'an ve di bin kontrola DAIŞê de ye.

Operasyona Mûsilê di Cotmeha 2016'an de destpê kiribû û Artêşa Îraqê di Rêbendanê ragihandibû ku temamê rojhilata wî bajarî bi dest xistîye.

XS
SM
MD
LG