Lînkên eksesibilîtî

Amnesty: Koalîsyonê li Mûsilê jibo Sîvîlan Tedbîr Nestandîye


Xwecihên Mûsilê termên sîvîlên hatine kuştin radikin

Lêxweşbûna Navneteweyî (Amnesty International) bi raporekê dîyar kir ku li Mûsilê, di operasyonên koalîsyona li dijî DAIŞ’ê de, jibo berevanîya sîvîlan tedbîrên rêk û pêk nehatine sitandin.

Amnesty, da zanîn ku wan delîl bi dest xistine ku koalîsyonê êrîşên esmanî birine ser malên sîvîlan.

Jêderên herêmî dîyar dikin ku tenê di meha Adarê de bi sedan kes bi êrîşên esmanî hatine kuştin.

Koalîsyona ku Amerîka pêşengîya wê dike ser rapora Amnesty’ê hîn ti daxuyanî nedaye.

Yek ji berpirsên payabilind yên Amnesty Donatella Rovera got ku êrîşên bêteşe yên ferqê naxe navbera çekdar û sîvîlan, li dijî mafên mirovan yên navneteweyî ne û dibe ku wek tawanên cengê werin dîtin.

Di raporê de hat nivîsîn ku di 17’ê Adarê de, li Taxa Celîl ya Mûsil, bi êrîşên esmanî pirtir ji 150 sîvîl hatine kuştin.

Leşkerîya Navendî ya Amerîkî (CENTCOM) qebûl kiribû ku firokên koalîsyonê êrîş birine ser malên sîvîlan, lê eşkere nekiribû ku ew firok yên kîjan dewletê ne.

Artêşa Îraqê jî îdia kiribû malên sîvîlan ne bi êrîşên esmanî, lê bi peqîna wesayîteke bombebarkirî ya DAIŞ’ê hilweşîyane.

Mûsil di sala 2014’an de ketibû destê DAIŞ’ê ku Artêşa Îraqê jibo wî bajarî bi şûnde bistîne di Cotmeha 2016’an de dest bi operasyonan kiribû.

Koalîsyona ku Amerîka pêşengîya wê dike bi êrîşên esmanî alîkarîya hêzên Îraqî dike.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG