Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Mûsilê di Êrîşeke Ezmanî ya li Ser Mizgeftekê de Çekdarên DAIŞ'ê û Sîvîl Têne Kuştin


Sîvîlên ku ji Mûsilê direvin
Sîvîlên ku ji Mûsilê direvin

Jêderên herêmî yen Mûsilê, îro Pêncşemê ji Reuters’ê re ragihandin ku êrîşeke ezmanî li ser mizgefteke ku kontrola wê di dest DAIŞ’ê de bû pêk hatîye û di encamê de hin sîvîl û çekdarên rêxistina tundrê hatine kuştin.

Jêderan dan zanîn ku xanîyên li dora Mizgefta Omer el-Eswed ku li Taxa el-Faruq e jî bi êrîşê hilweşîyane.

Berdevkekî koalîsyona ku Amerîka pêşengîya wê dike dîyar kir ku mizgeft ne di qesta wan de bûye. Çavkanîyên medyayî yên Artêşa Îraqê jî gotin ku operasyon bi awayekî xurt berdewam e, lê ser êrîşa mizgeftê ti agahî nedan.

Di sala 2014’an de dema Mûsil ket destê DAIŞ’ê, fermandarên wê rêxistinê ji polîs û leşkerên Îraqî ku li hindur bajêr asê mabûn xwestibûn ku herin li Mizgefta Omer el-Eswed bicivin û çekên xwe li wir radest bikin.

Hêzên Îraqî, piştî operasyonên bi qasî 100 roj dom kir meha borî kontrola rojhilata Mûsilê bi dest xistin û di 19’ê Sibatê de li rojavayê wî bajarî dest bi operasyonê kirin.

Ger operasyona Mûsilê bi temamî bi ser keve, dê baskê Îraqê ya xîlafeta ku Ebubekir el-Baxdadî di 2014’an de li Mizgefta Nûrî ragihandibû bişkê.

Mizgefta Nûrî û Mizgefta Omer el-Eswed li heman taxê ne.

XS
SM
MD
LG