Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Îraqî Taxeke Nû li Rojhilata Mûsilê Digirin Bin Kontrola Xwe


Leşkerên Îraqî li rojhilata Mûsilê avê ji hemwelatîyan re belav dikin
Leşkerên Îraqî li rojhilata Mûsilê avê ji hemwelatîyan re belav dikin

Hêzên Îraqî îro Înê taxeke nû li rojhilata Mûsilê bi dest xist û pêşdaçûna xwe ya ber bi navenda bajêr ve didomîne.

Qumandarê Hêzên Dijî Terorê, General Abdul Ameer Rasheed Yarallah got ku wan sê kargehên DAIŞê rûûxandine ku otomobîlên xwekujîyê li wê derê dihatin çêkirin.

Yarallah da zanîn ku hêzên wan taxa Tamim ya navbera alîyê rohjilat bajêr û Çemê Dîclê xistiye bin kontrola xwe.

Nêzîkî 100,000 hêzên bijarte yên Îraqî, bi piştgirîya hêzên koalîsyonê şerê DAIŞê dikin û hewil didin ku Mûsilê ji destê wê rêxistinê derxînin. Jêderên leşkerî radigihînin ku hêzên Îraqî niha nîva taxên rojhilata Mûsilê kontol dike.

Pisporên leşkerî bal dikşînin ku pêşdaçûna hêzên Îraqî ji ya plankirî hêdîtir didome, jiber ku êrîşên tund yên DAIŞê çêdibin ku bi awayekî berfireh otomobîlên bombekirî û êrîşvanên xwekujî tên xebitandin.

Dîsa, jiber ku DAIŞ kesên sîvîl wek mertala zindî bi kar tîne, hêzên Îraqê nikarin bi rehetî liv û tevgera xwe bikin.

XS
SM
MD
LG