Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerîya Amerîka Vekolîna Îdiayên Kuştina Sîvîlan li Mûsilê Dike


Bajarê Mûsil
Bajarê Mûsil

Leşkerîya Amerîkî ragihand ku posporên wê li pirtir ji 700 vîdyoyên ji 10 rojên êrîşên esmanî li Mûsilê dinêrin ku bizanin kuştina nêzîkî 100 sîvîl rast in yan ne.

Berdevkê koalîyonê Kolonel John Thomas got ku îdiayên kuştina sîvîlan jibo wan yek ji mijarên herî girîng ya li Mûsilê ye û ew hewil didin ku rastîya dor wê bûyerê ron bikin.

Pentagonê jî mirina sîvîlan wek trajedîyeke xemgîn bi nav kir. Wezîrê Berevanî Jim Mattis got ku hêzêke din tune ku wek wan li ser jîyana sîvîlan baldar be.

"Em tim piştrast dikin ku hemî pîvanên pêdivî wergirin ku mirin û birîndarkirina kesên sîvîl hindiktir bikin. Mirov nikare heman tiştî jibo neyarên me bibêje," Mattis got.

Pentagone dîyar kir ku lêpirsîna pêşîn nîşan daye ku di 17’ê Adarê de wan êrîşên esmanî li nêzî cîhê îdiayên kuştina sîvîlan li rojhilata Mûsilê pêk anîne.

"Em dizanin ku me taxeke nêzîkî cîhê îdiayan bombe dikir û hin ji wan tenê bi dehan metre dûrî cîhê ku sîvîl lê dijîn ketine,” Thomas got.

Wî bal kişand ku bi pêdaçûna dîmenan, ew bi hêvî ne ku qewimîna peqînên paştir jî eşkere bin ku hin dezgehên ragihandinê DAIŞ’ê bi wê yekê sucdar dikin.

XS
SM
MD
LG