Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Îraqê li Mûsil li Taxên Herî Dawiyê Dijî DAIŞ'ê Dicengin


Dema termên çekdarên DAIŞ'ê li cadeyeke bajarê Mûsil belav bubûn, hêzên Îraqê ber bi bingeh û grûbên dawiyê yên çekdaran bi alîkariya Amerîka pêş diketin û dixwazin bingehên herî dawiyê jidest cîhadiyan li Mûsilê derbînin.

Piştî 7 mehan ya destpêkirina operasiyona rizgarkirina Mûsil, heftiya borî hêzên Îraqê eniyeke nû li bakurê rojavayê Mûsil li dij çekdarên DAIŞ'ê da vekirin, vê eniyê bandoreke mezin liser lawazkirina çekdarên DAIŞ'ê hebû, niha hind tax û xalên herî dawiyê di dest DAIŞ'ê de mane.

Leşkerê Îraqê dibêje ew di qûnaxa dawiyê ya paqijkirina Mûsliê de ne ji çekdarên DAIŞ'ê.

Peyivdarê hêzên hewarhatina lezgîn got, di pênc rojên borî de 250 çekdarên DAIŞ'ê li Al-Hermat hatine kuştin, şerên dijawar niha li Al-Hermat û taxa 17î Temuzê tên berdewam kirin.

Weke berpirsên leşkerê Îraqê radigehînin, hejmarek çekdarên DAIŞ'ê di bajêr de mane, ew jî hatine dorpêçkirin, bi tenê bi riya otombîlên bombekirî û danana segvanan liser hind avahiyan xwe diparêzin û sivîlan bikar tînin.

XS
SM
MD
LG