Serokwezîrê hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê Nêçîrvan Barzanî ligel çend wezîran serdana Duhokê kir û bi qaymeqam û rêvebirên giştî hevdîtin pêk anî ku rewşa projeyên xizmetguzarî hîn bibe.
Barzanî bi parêzgarê Duhokê Ferhad Etruşî re jî cîvîya û li ser jîyana penaberan û çawanîya alîkarîya wan kesan peyîvî.
Her di vê serdanê de Barzanî kombûneke ligel Mîr Tehsîn Beg û civata ruhanî ya Êzîdîyan kir û krîza dawî ya li Şengalê gotûbêj kir.