Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nûnera Nû ya Amerîka li NY, Nikki Haley Rûsya Şermezar Kir


Nûnera Amerîka ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Nikki Haley, Rûsya wek berpirsê pevçûnên li rojhilata Ukrayna nîşan da û ew bi zimanekî tund şermezar kir.

Li Civata Ewlekarîyê ya NY, do Pêncşemê pevçûnên ku li Ukrayna zêde bûne, hat nirxandin. Nûnera nû ya Amerîka, di axaftina xwe ya yekê ya li civatê de, Rûsya rexne kir.

''Em dixwazin bi Rûsya re têkiliyên me baş bin. Lê sedema bûyerên ku niha li rojhilata Ukrayna diqewimin, Rûsya ye. Alozî roj bi roj zêdetir dibe. Divê bûyerên li wir demûdest werin rawestandin,'' Haley got.

Haley bi berdewamî da zanîn ku ger Rûsya ji rojhilata Ukrayna venekişe, ewê toleyên li ser wê dewletê bidomînin.

Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kiribû ku rakirina toleyan jî nav de, ew dixwazin tekîlîya wan bi Rûsya baş be.

XS
SM
MD
LG