Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nasnameya Êrîşvanê Brukselê Dîyar Bû


Wezîrê Karên Navxweyî yên Belçîka Jan Jambon, îro Çarşemê da zanîn ku nasnameya êrîşvanê ku do Sêşemê li îstasyoneke trenê ya Brukselê peqîneke biçûk pêk anî û piştre ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hate kuştin, dîyar bûye.

Jambon got ku jibo ku bandorê li ser vekolînê çêneke, ewê piştre agahîyên nasnameya êrîşvan ji bîragiştî re ragihînin.

Karbidestên ewlekarîya Belçîka dîyar kirin ku ewê asta alarmê ya jibo metirsîya terorê bilind nekin.

Di êrîşên terorî yên ku di Adara 2016’an de li metro û firîngehên Brukselê pêk hatibûn 32 kes hatibûn kuştin û 270 kesên din jî birîndar bûbûn.

Piştî wan êrîşen li Brukselê asta alarmê rabûbû 4’an, ku asta erî bilind e, û piştre daketibû 3’yan. Jibo rê li ber êrîşên nû bigirin polîs û leşker li pêş navend û avahîyên girîng hatine bi cîh kirin. D

Êrîşvanê ku du Sêşemê li rawestgeha trenê peqîn pêk anîbû ji alîyê leşkeran ve hatibû kuştin. Di peqînê de ti kuştin çênebû û kes birîndar nebû.

Berdevkê Dozgerîya Brukselê Eric Van Der Spyt dîyar kir bûyera pêk hatî êrîşeke terorî ye. Li ber e ku serdozger hûrgilîyên bûyerê îro Çarşemê ragihîne.

XS
SM
MD
LG