Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

4 Endamên NATO Bo Pêşîgirtina Êrîşkarîya Rûsya Hêzên Xwe Dişînin Rojhilata Ewrupa


Amerîka îro Înê ragihand ku jibo parastina welatên berê yên Komunîst ji êrîşkarîya Rûsya, ewê 1,000 leşker li Poland anku Polonya bi cîh bike.

Serok Obama ku bo hilcivîna NATO li Poland e, da zanîn ku şandina hêzên Amerîkî wek beşeke hewla NATO ya parastina dijî Rûsya pêk were.

Obama li Warsaw got ku hêzên Amerîkî ligel hêzên Polandî, mil bi mil xîzmetê bikin.

Pisporên leşkerî dibêjin, çaverê ye di demên pêş de hêzên Amerîkî û yên Polonyayî bi hevre hîndarîyên leşkerî bikin.

Brîtanya jî demeke zûtir ya vê heftê ragihandibû ku ewê 650 leşker bişîne Poland û endamên din yên NATO, Almanya û Kanada jî soza pêkanîna yekîneyên xwe li wî welatî dan.

Hate ragihandin ku hêzên Amerîkî xencî Poland, li sê dewletên biçûk yên herêma Baltik, Estonya, Letonya û Lîtvanya jî cîg bigirin û pêşî li gaveke êrîşkar ya Rûsya bigirin.

XS
SM
MD
LG