Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sekreterê NATO Stoltenberg: Êrîşên Ser Helebê Dijî Qanûnên Navnetewî Ne


Sekreterê Giştî yê Jens Stoltenberg îro Sêşemê got ku bombebarana ser bajarê Helebê dijî qanûnên navnetewî ye. Wî bang li Rûsya kir ku jibo cîhanîna aştîyê gavên rastîn bavêje.

"Êrîşên ser Helebê em hemî êşandin û bombekirina konvoyeke alîkarîyê ji alîyê ehlaqî ve qet nayê qebûl kirin û tiştekî dijî qanûnên navnetewî ye,” Stoltenberg di civîneke ragihandinê de li Bratislava ya paytaxta Slovakya got.

Tevî ku Stoltenberg behsa êrîşên ser Helebê kir jî, wî navê rejîma Sûrî û Rûsya wek xwedîyê êrîşên esmanî yên wêrankar bi kar neanî ku ku bi dehan kes, hefteya borî di wan êrîşan de hatibûn kuştin.

Stoltenberg piştî civîna wezîrên derve yên Yekîtîya Ewrpa li Bratislava dîyar kir ku tundîya berdewam nîşan dide ku çareserîyeke dîplomatîk û aştîyane çiqas pêdivî ye.

Balyoza Amerîkî ya li Neteweyên Yekbûyî Samantha Power ji Civata Ewlekarîyê re gotibû ku tiştê ku Rûsya dike ne şerê dijî terorê ye, lê hovitî ye.

Balyozê Brîtanî yê li NY Matthew Rycroft jî dîyar kiribû ku Rûsya ligel rejîma Sûrî tawanên ceng pêk tîne jiber ku rewşa Sûrîyê pir xirabtir bûye.

Balyozê Fransî Francois Delattre jî gotibû ku li Helebê tawanên şer têne kirin û divê kesên berpirs bê ceza nemînin.

Sekreterê Giştî yê NY Ban Ki-moon jî bang li hêzên cîhanê kiribû ku pirtir bixebitin û dawî li kabusa li Sûrîyê bînin.

XS
SM
MD
LG