Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu: Divê Tarîtîya DAIŞ'ê li Rojhilata Navîn Were Şikandin


Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dibêje ku hevkarîya Îsraîlî û Amerîkî di şerê dijî “Îslama mîlîtanî” de, li Rojhilata Navîn girîng e.

Ew dîyar dike ku divê her du dewlet li kelêka hev bisekinin ku misoger bikin "ronahî li hember tarîtî û hêvî jî li hember reşbînî bi ser kevin."

Netanyahu herwiha bal kişand ser girîngîya pêşî girtina Îranê ku ti car çekên navokî ava neke.

“Divê Welatên Yekbûyî yên Amerîka rêxistina Dewleta Îslamê (DAIŞ) tune bike û bi Misilmanên nermrê re hevalbendî ava bike ku DAIŞ nema vegere,” Netanyahu bi rêya vîdyokonferansê ji konferansa salane ya Komîteya Amerîkî û Îsraîlî re got.

Netanyahu bi berdewamî got ku divê hêzên Îslama mîlîtan werin şikandin û destûr neyê dayîn ku mirovahî ber bi tarî ve were şandin.

XS
SM
MD
LG