Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Neteweyên Yekbûyî jiber Sîvîlên ku di Êrîşên Esmanî de Têne Kuştin Hişyarîyê Dide


Zarokek li Îdlibê, piştî êrîşeke esmanî
Zarokek li Îdlibê, piştî êrîşeke esmanî

Komîserê Bilind yê Mafên Mirovan yên Neteweyên Yekbûyî Zeyd Raad el-Huseyîn dîyar kir ku divê dewletên ku êrîşên esmanî li dar dixin, navendên leşkerî û sîvîl ji hev cihê bigirin û hîn bi baldarî tevbigerin.

‘’Sîvîlên ku ji alîyê DAIŞ’ê bi komî têne kuştin, îcar jî bi taybetî li Reqa û Dêrezorê di êrîşên esmanî de têne kuştin.’’ el-Huseyîn got.

El-Huseyîn da zanîn ku vê dawîyê di êrîşên esmanî de bi dehan sîvîlên ku li herêmên şer asê mane hatine kuştin.

Komîserê Neteweyên Yekbûyî dîyar kir ku di êrîşên esmanî yên di 15’ê Gulanê de li dar ketine de, 16 ji wan zarok, 12 jî jin, 59 sîvîl hatine kuştin. El-Huseyîn da zanîn ku li gundekî din jî rojek berê 23 cotkar hatine kuştin.

El-Huseyîn got ku sîvîl ku din bin kontrola DAIŞ’ê de bin jî divê bi her awayî bêne parastin û bang li dewletên ku êrîşên esmanî li dar dixin kir ku bi baldarî tevbigerin.

XS
SM
MD
LG