Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY'ê jiber Binpêkirina Mafên Mirovan Tirkîye Şermezar Kir


Raportorên mafên mirovan yên Neteweyên Yekbûyî (NY), Tirkîye jiber kiryarên wê yên di Rewşa Awarte (OHAL) de şermezar kirin.

Raportoran dîyar kirin ku li Tirkîye 134 hezar karmend bi îdiaya ku peywendîyên wan bi rêxistina terorî re hene ji kar hatine derxistin ku ew kiryarên dijî hiqûqê ne.

Tirkîyê piştî hewildana darbê ya 15'ê Tîrmehê, Rewşa Awarte (OHAL) ragihand.

Raportorên taybet yên Konseya Mafên Mirovan ya NY, Philip Alston, David Kaye, Maina Kiai û Koumbou Boly Barry dîyar kirin ku divê di OHAL'Ê de jî mafên mirovan yên sereke neyên binpê kirin.

"Ew kiryarên ku karîyer û debara bi deh hezaran kes reş kir, di ti krîteran de tune ne" raportoran gotin.

Raportoran bi berdewamî dan zanîn ku li Tîrkîyê, 200 sazî bi biryarnameyayan hatine girtin ku vê yekê rê li ber referandumeke rast girtîye.

Li gor raportoran, di pêşnîyaza qanûna nû de xurtkirina desthilata Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan heye ku ew bikaribe OHAL'ê ragihîne.

Raportoran dîyar kirin ku dibe ku Erdogan desthilata xwe jibo binpêkirina mafên çandî, aborî û civakî bi kar bîne.

XS
SM
MD
LG