Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurdên li Tirkîyê Alîkarî Dişînin Kurdên Binxetê


Kurd li Dîyarbekirê piştgirtîya xwe ji Kurdên Sûrîyê re nîşan didin
Kurd li Dîyarbekirê piştgirtîya xwe ji Kurdên Sûrîyê re nîşan didin
Platforma Piştgirîya Kurdên Sûrîyê ku demekî berê ji alîyê rêxistin û partîyên Kurdan li Dîyarbekirê hatibû damezrandin, roja Înê 2 qamyon alîkarîyên mirovahî dişîne Nisêbînê.

Platform jibo vê xebatê, roja Çarşemê li avahîya Kogreya Civaka Demokratik daxuyanîyek da medyayê.

Nûnerê Partîya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûrîyê, Varoj Telo jî di daxuyanîyê de amade bû. Wî ji Dengê Amerîka re destnîşan kir ku ev hewildan jibo Kurdên Rojava pir girîng e jiber ku niha li wê derê rewşeke pir xirab heye.

Birêz Telo da zanîn ku berî du hefteyan Hikûmeta Herêma Kurdîstanê jî alîkarîyên mirovahî hinart Rojava û spasîya xwe da.

Varo Telo herwiha got, Desteya Bilind a Kurd û bi nûnerêkî opozîsyona Sûrî yê bi navê Michel Kilo ye, li Serêkanîyê hevdîtinek pêk anîye. Wî dîyar kir ku Desteya Bilind çend daxwazan ji opozîsyona Sûrî kirine.
XS
SM
MD
LG