Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ Êrîşa Normandy ya Fransa Radike Ser Xwe


Serokê Fransî Francois Hollande jî serdana cîhê êrîşê kir û li wê derê got ku êrîşvanan girêdana xwe bi DAIŞê re ragihandiye, berî ku ew ji alîyê polîsan ve hatine kuştin
Serokê Fransî Francois Hollande jî serdana cîhê êrîşê kir û li wê derê got ku êrîşvanan girêdana xwe bi DAIŞê re ragihandiye, berî ku ew ji alîyê polîsan ve hatine kuştin

Rêxistina Dewleta Îsamî (DAIŞ) îdia kir ku du ji “leşkerên” wê, êrîşa îro ya hember Dêra Katolîk ya Normandy, Fransa pêk anî ku qeşeyek lê hatibû kuştin.

Welatên Yekbûyî yên Amerîka êrîş wek kiryareke hovane bi nav kir û ew bi zimanekî tund şermezar kir. Washingtonê sersaxî ji malbat û hevalên Qeşe Jacques Hamel û Dêra Saint-Etienne-du-Rouvray xwest.

Berdevkê Civata Ewlekarîya Amerîkî Ned Price got, "Fransa û Amerîka hevsozên parastina azadîya olî ne û tucar ji wê yekê paşde gav navêjin.”

Serokê Fransî Francois Hollande jî serdana cîhê êrîşê kir û li wê derê got ku êrîşvanan girêdana xwe bi DAIŞê re ragihandiye, berî ku ew ji alîyê polîsan ve hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG