Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Çekdarî de 25 Kes li Bajarê Ezazê Hatine Kuştin


Di vê fotoya arşîvê de serhildayên Sûrî li Ezazê xanê dibin
Di vê fotoya arşîvê de serhildayên Sûrî li Ezazê xanê dibin

Ajansa AFP radigihîne ku di êrîşeke bombeyî de ku serhildayên Sûrî kir armanc, 25 çekdar û sîvîl li bakurê Helebê hatine kuştin.

Berdevkekî gruba Nuredîn Zinkî ya îslamî ji ajansê e got ku êrîş li bajarê Ezaz qewimî û ew êrîş dişiba kiryarên DAIŞ’ê.

Heman jederî ragihand ku 25 kes di peqînê de hatin kuştin û di nav qurbanîyan de şervanên wan û sîvîl jî hene.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ya bingeh li Brîtanya ragihand ku êrîşa bombeyî ambareke sîlahan ya gruba Nuredîn Zinkî kir armanc. SOHR da zanîn ku 10 çekdarên wê grubê û jimareke sîvîl ji êrîşê de hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG