Lînkên eksesibilîtî

NY: Piştî Hewila Darbeya Leşkerî Êşkence li Tirkîyê Pirtir Bûye


Pêşengeheke ser qurbanîyên êşkence li Tirkîyê

Pêşengeheke ser qurbanîyên êşkence li Tirkîyê

Pisporekî Neteweyên Yekbûyî dibêje, pîvanên ewlekarî ku piştî hewila darbeya leşkerî li Tirkîyê hatine girtin, bingeheke xurt ji êşkence û reftarên xirab re vekiriye.

Raportvanê taybet yê Neteweyên Yekbûyî ya derbarê êşkence Nils Melzer îro Înê li Enqerê civîna çapemenyê li dar xist.

Melzer da zanîn ku di dema serdana xwe ya Tirkîyê de ew çûye jimareke girtîgehan û ligel karbidestên ewlehîyê û kesên ku bi îdiaya darbeya leşkerî girtî ne, axifî.

“Xuya ye ku di roj û hefteyên paş darbeya leşkerî de, êşkence û reftarên din yên xirab li Tirkîyê bi firehî belav bûne,” Melzer got.

Melzer bo şeş rojan çû Tirkîyê ku vekolînan li ser îdiayên êşkence li wî welatî bike. Ew li ber e ku raportek amade bike û pêşkeşî Civata Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (U.N. Human Rights Council).

XS
SM
MD
LG