Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Neteweyên Yekbûyî Dibêje Sûrîye bi Tevahî Bûye Êşkencexaneyek


Hevrikên hikûmeta Sûrî di vê xwepêşandanê de bal dikşînin ser êşkenceya ji alîyê hikûmetê
Hevrikên hikûmeta Sûrî di vê xwepêşandanê de bal dikşînin ser êşkenceya ji alîyê hikûmetê

Komîserê Bilind ya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (OHCHR), Raad El-Huseyn îro Sêşemê bang li Sûrîyê kir ku wek gaveke aştîxwaz deh hezaran girtî û kesên êşkencedîtî ji zindanan derxîne û bîne pêş dadgehê.

Jimareke girtîyên berê li pêş Civata Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî dîdevanî kirin û qala reftarên hember xwe kirin û li ser rewşa zarok, jin û mêrên ku ji alîyê hikûmet û komên tundrê yên wek Nusra û DAIŞê girtî ne, agahî dan.

"Îro tevahîya welatekî bûye êşkencexaneyek; cîhê tirskarîya hovane û bêdadwerîya bêşik," El-Huseyn got.

Wî bal kişand ku jibo peydabûna aştî û lihevkirinê li Sûrîyê, divê kesên berpirs yên kiryarên wiha hesaba wan kiryarên nemirovane bidin.

El-Huseyn bang li alîyên şerker kir ku dawî li êşkence bînin û kesên dîlgirtî azad bikin û qet nebe derheqa wan agahî bibin malbatên wan girtîyan.

XS
SM
MD
LG