Lînkên eksesibilîtî

NY Bang li Amerîka û Îraqê Dike ku jîyana Sîvîlan Biparêzin


Berpirsê Mafên Mirovan yê Neteweyên Yekbûyî Zeid Raad al-Hussein bang li artêşa Îraqî û leşkerîya Amerîkî kir ku dijî şerê DAIŞ’ê de li Mûsilê, pêdaçûnê li ser taktîkên xwe yên cengî bikin û nekevin davik (feq)a mîllîtanan ya rêznegirtina jîyana sîvîlan.

"Pêkanîna êrîşên esmanî di rewşeke wiha de ku DAIŞ sîvîlan wek mertala zindî bi kar tîne, ne dûr e ku encamên kujêr û wêranker li ser jîyana sîvîlan bike,” al-Hussein got.

Neteweyên Yekbûyî dibêje ku di navbera 17’ê Şubatê û 22’yê Adarê de 307 kes li rojavayê Mûsilê hatine kuştin, 273 kesên din jî birîndar bûn û artêşa Îraqî, êrîşên esmanî yên koalîsyonê, DAIŞ û bombeyên çandî gîş ji wan kuştinan berpirs in.

"Stratejîya DAIŞ’ê ku bi karanîna zarok, jin û mêran kiryareke tirsenokî û şermdar e û ehlaq û standardên herî bingehîn yên mafên mirovan binpê dike,” al-Hussein bi zimanekî tund helwesta rêxistina tundrê şermezar kir.

Wî kefxweşîya xwe dîyar kir ku leşkerîya Amerîkî û artêşa Îraqî soza vekolîna bûyera kuştina sîvîlan li Bajarê Kevn ya Mûsilê dane.

XS
SM
MD
LG