Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sekreterê Giştî yê NY Guterres Banga Pirtir Alîkarî jibo Sîvîlên Mûsilî Dike


Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres îro bang li civata navnetewî kir ku alîkarîya jibo kesên ku ji Mûsilê direvin, pirtir bike.

"Bi têra xwe derfetên me tune ku em alîkarîya van kesana bikin," Guterres di serdana xwe ya Kampa Hassan Şam ya dervayê Mûsilê de ji nûçegîhanan re got.

Karbidestên Neteweyên Yekbûyî û yên Îraqî di demên dawî de pirtir kamp ava dikin, lê hin caran du malbat neçar dimînin ku di bin koneke de bijîn.

"Cîhê daxê ye ku tenê 8 ji sedê programa me ji alîyê civaka navnetewî ve tê destek kirin," Guterres bê ku pirtirt hurgilî bide, got.

Dema sardana Guterres ya kampa penaberan ku nîv seet ajot, rûniştvanên kampê gilîyên xwe li ser mercên giran ragihandin û taybetî bal kişandin ser tunebûna ava paqij û hebûna mişk û heywanokên din.

Hêzên Îraqî piranîya bajarê Mûsilê ji DAIŞ'ê paqij kiriye, lê herî kêm 355,000 kes cîh û warên xwe hêlan û li gor hikûmeta Îraqê, 400,000 sîvîlên din jî li hindurê Bajarê Kevin ya Mûsilê, ku şer di rojên dawî de lê gur bûye, asê mane.

XS
SM
MD
LG