Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY di Dema Nêzîk de bi Firokan Alîkarîya Mirovahî Digehîne Qamişlo


Bajarê Qamişlo (Photo: Mutlu Civiroglu )
Bajarê Qamişlo (Photo: Mutlu Civiroglu )

Neteweyên Yekbûyî îro Pêncşemê radigihîne ku ewê bi rêka firokan alîkarîya mirovahî bişîne bajarê Qamişlo ku ji du salan vir ve di bin ambargo ye û rêyên navxweyî ku diherin wî bajarî girtî ne.

Kordînatorê Mirovahî yê Neteweyên Yekbûyî Yacoub El Hillo ji rojnamevanan re got ku ewê di demeke nêzîk de ji ser pira esmanî ya ji Şamê, alîkarî bigehînin Qamişlo.

"Rêkên din nemane ku em ji erdê alîkarî bigehînin herêmê, loma jî emê bi rêya firokan alîkarîya pêdivî belav bikin, ku jîyana gelek kesên li herêmê rizgar bikin."

Giheştina Qamishlo ya ser sînorê Tirkîyê bi rêya bejeyî, tenê ji ser Reqa û Derêzor pêkan e, lê her du rê jî di bin kontrola DAIŞ'ê de ne.

Berdevka Programa Xwarinê ya Neteweyên Yekbûyî (WFP) Bettina Luescher ku operasyonê rêve bibe, da zanîn ku wan ji destpêka 2014'an vir ve, ji erdê ti alîkarî negîhandine herêmê.

Luescher ji ajansa AFP re got ku di rojên were de wê 25 firîn pêk werin û her yek ji wan 40 ton alîkarî bigehînin Qamişlo.

XS
SM
MD
LG