Lînkên eksesibilîtî

NY: Delîl bi Dest Neketin ku YPG'ê û HSD'ê Paqijya Etnîkî li Hember Ereban Kiriye


Şervanekî YPG li Girêspî av dide zarokekê Ereb

Konseya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî di raporteke ku ser zêdegavîyên li Sûrîyê amade kiriye de, dîyar kir ku îdiayên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) bi paqijîya etnîkî tawanbar dikin, ne rast in.

Neteweyên Yekbûyî da zanîn ku li gor lêkolîna wan tu belge û delîl bi dest neketin ku kiryarên wiha ji alîyê YPG’ê û HSD’ê ve hatine kirin.

Di demên borî de hin raportt îdîa dikir ku YPG û HSD li herêmên bi dest xwe dixin, gelên din yên ne Kurd ji cîh û warên wan derdixin û Kurdan li şûna bi cîh dikin.

Neteweyên Yekbûyî di raporta xwe de beşeke taybet derbarê îdiayên paqijîya etnîk hazir kir. NY di wê beşê de got ku berovajî îdiayan, YPG jî HSD jî li herêmên ku ji dest DAIŞ'ê distînin, ewlekarîyê birêve dibin û hewil didin ku sîvîlên wan deveran vegerin warên xwe.

"Li herêma Minbicê û derdora Bendava Tişrînê, DAIŞ gelek bombe bi cîh kirin. HSD, jibo ewlekarîya wan herêman tedbîr sitandin. Piştî tedbîran, HSD’ê jibo sîvîl vegerin ket hin hewildanan" di raportê de hat nîvîsîn.

Raporta NY 27 rûpel e ku çavdêrîyên di navbera 21'ê Tîrmeha 2016'an û 28'ê Sibata 2017'an dihundirîne.

Hêjayî bîrxistinê ye bi taybetî di medya Tirkî de nûçe derdiketin ku YPG û HSD Ereban ji cîhê wan derdixînin û Kurdan dikin şûna wan.

XS
SM
MD
LG