Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Times Wêne Û Dîmenên Êrîşa Zêrevanên Erdogan Şirove Dike


Nivîsa New York Times derbarê Êrşîa Zêrevanên Erdogan ya ser xwepêşanderan li Washington
Nivîsa New York Times derbarê Êrşîa Zêrevanên Erdogan ya ser xwepêşanderan li Washington

Rojnama naskirî ya Amerîkî New York Times îro Înê gotareke bi belge û vidio derbarê êrîşa 16î Gulanê weşandîye, dema zêrevanên Erdogan li Washington erîş kir bû ser xwepêşanderên aştîxwaz.

Rojname dide zanîn ku, wan hemû vidio û wêne lêkolîn û şirove kirine ku, çavkaniya wan vidio û wêneyan ji Dengê Amerîka "VOA" hatine wergirtin, ew vidio û wêne didin zelalkirin kanê çawan 24 kesên alîgir û zêrevanên serokomarê Tirkiyê Recep Tayyib Erdogan êrîşî ser hejmarek kêm xwepêşanderan kir bûn, li hember mala Balyozê Tirkiyê li Washington ku piraniya wan xwepêşanderan welatiyên Amerîkî bûn.

Weke NYT dinivîse 10 kes ji wana zêrevanên fermî yên serok Erdogan bûn, ev yek ji cil, bac û alavên taybet yên ligel wan de xweya dibû.

Di vê Linka rojnama New Yor Times de, hûn dikarin hemû video û wêneyên hatine analîz û şirove kirin bibînin.

XS
SM
MD
LG