Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raporta Ser Binçavkirin û Berdana Baydemîr


Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr, roja Înê piştî ku beşdarê bernama bîranîna Tahir Elçî bû, polîsan tebligata dozê ragihand û ew birin îfadê dayînê.

Hêjayî gotinê ye ku Baydemîr jiber bûyerek di sala 2012’an de pêk hatibû, tê dad kirin. Osman Baydemîr ligel avuqatê xwe li Dadgeha Aslîye ya 42’an îfade da.

Şêwirmendê Baydemîr Îrfan Uçar derbarê vê pêşketinê de van zanayarîyan parve kir.

"Bûyera 3’ê Mijdara 2012’an dema 10 hezar girtîyên sîyasî yên PKK’ê ku jibo parastina bi Kurdî dest bi greva birçîbûnê kiribûn, partîya BDP ew dem xwestibû bala raya giştî bikşîne ser vê greve. Hat xwestin li meydana Batikentê miting çekin, lê walîtî qedexe kir û parlamentrên Kurd meşîyan ber avahîya walîtîyê. Polîsan nehişt û di wê kêlîyê de wan li sîvilîk dan. Baydemîr jî mudaxale kir."

Jiber helwest û gotinên wî di derheqa Baydemîr de bi 'diaya ku heqaret li polîsan kiriye, doz hat vekirin û heta 3 salan cezayê hespê jibo wî tê xwestin.

Jiber ku Baydemîr neçûbû îfade nedabû roja Sêşemê derheqa wî de biryara girtinê hat derxistin. Îro biryara girtina jibo îfadê ragihandinê û jibo nîv saet birin edlîya Amedê.

Piştî îfadê xwe da, Baydemîr serbest hat berdan, lê hjayî gotinê ye derheqa Baydemîr de 14 dozên cuda hatine vekirin û ew carê duyê tê binçav kirin.

KHF_6_2_17_Baydemir
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:45 0:00

XS
SM
MD
LG