Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Îro Serdana Louisiana Dike ku Xebatên Piştî Lehîya Malwêran Bibîne


Serokê Amerika Barack Obama îro Sêşemê dihere istana Louisiana ku lehîyeke hêzdar ya dîrokî pitanîya başûrê wê eyaletê wêran kiriye.

Piştî lehîya navbera 8 û 14’ê Tebaxê ku herî kêm 13 kes kuştine, cara yekê ye Obama serdana wê eyaletê dike.

Obama hêvî dike ku ji hemwelatîyên Louisiana re nîşan bide ku rewşa wê derê di rêza jorîn ya nav rojeva rêvebirîya wî digire. Wî 20 ji 64 deverên Louisiana wek qada tengavî destnîşan kir ku alîkarîya federalî bi lêzûbezî bêne gîhandin.

Karbidestên xwecihî radigihînin ku pirtir jî 106,000 kes bo alîkarîya federalî serî lê daye û heta niha 20 mîlyon dolar hatine belav kirin.

Serok Obama bû armanca rexneyan jiber ku wî behnvedana xwe ya malbatî ya du hefteyan li Martha's Vineyard, Massachusetts bi kinî nebirîye û neçûye Louisiana ya qada lehîyê.

Qesra Sipî hefteya borî gotibu ku Obama dixwaze here Louisiana û bandorên lehîyê di cîh de bibîne, lê ew naxwaze ku hebûna wî bizavên rizgarkirin û paqijkirinê asteng bike.

Berbijarê serokatî yê Komarî Donald Trump roja Înê çûbû bajarê Baton Rouge ya Louisiana û cîhên ku zîyan jî lehîyê dîtine zîyaret kiribû û bi mexduran re rûniştibû.

XS
SM
MD
LG