Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama û Trump li Qesra Sipî Civîn


Serokê Amerîka Barack Obama dibêje, wî û serokê hilbijartî Donald Trump, li Qesra Sipî li ser mijarên berfireh axaftineke gelek baş kir.

Obama Oval Office ji nûçegîhanan re got ku girîngîya wî ew e ku destguherîna rêvebirîyê bê pirsgirêk temam be.

Trump jî got ku ew çaverê ye ku di demen pêş de ligel Obama bixebite û ew wek “rûmetekî mezin” bi nav kir.

Obama berê jî gotibû ku ewê hemî tiştên pêdivî bikin ku destguherîna rêvebirîyê bê pirsgirêk temam be.

"Ne tiştekî veşartî ye ku navbera min û serokê hilbijartî cudabîrîyên kûr hene. Lê, dixwazim bînim bîra we ku hêşt sal berê, navbera min û Serok Bush jî cudabîrîyên girîng hebûn, lê ekîba wî bi awayekî profosyonel karê destguherînê meşand," Obama gotibû.

Obama dîyar kir ku ew serketina Trump dixwaze, loma jî ferman daye tîma Qesra Sipî ku hatina Trump ji desthiltê bi awayê herî baş be.

Xanima yekê Michelle Obama jî bi awayekî taybet ligel hevjîna Trump, Melania kom bû û jê re behsa jîyana li Qesra Sipî kir.

XS
SM
MD
LG