Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama Peyva Xwe ya Dawiyê li Netewên Yekgirtî Pêşkeş Dike


Serokê Amerîka Barack Obama roja sêşemê peyva xwe ya dawiyê di dema serokatiya 8 salî de li Netewên Yekgirtî di civîna giştî ya civatê de pêşkeş kir.

Serok Obama di peyva xwe de bal kişand ser hind pirsgirêkên niha cîhan rû bi rû mayî, yên weke jingeh, koçberî û şîdet, Obama bi taybet liser pirsa şîdetê rawestiya û da zanîn ku , hind gropên şîdekar bûne sedema ku nehezî û kîna li hember koçber û Musilmana zêde bibe.

Di beşekî axiftinên xwe de Obama behsa desthilata xwe ya 8 salî û da zanîn ku, kanê wan di van salan de li qesra spî çi kar encam dane û herwiha îşaret bi astengî û pirsgirêkên dahatî kir ku cîhan, dê lê, rast hêtin.

Serokê Amerîka Barack Obama liser xebat û karên encam dayî axivî ûgot"Me bigehên terorîstan têkdan, em bi erkê çareseriya kirîza navokî rabûn, me pûşwazî li serokatiya Myanmar kir ya ku bi şêweke demokratîk hatîn hilbijartin û me kar kir jibo peydakirina enerjiyê ya civakên Afrîka.

Di peyva xwe ya li hember civata giştî ya Netewên Yekgirtî de, li New York da zanîn ku divê şerê şîdetê bihê kirin, wî cîhan li hember şîdet û kîn û neheziyan hişyar kir.

Herweha Obama bal kişand ser şerê niha li Sûriyê heyî û da xuyakirin ku dîplomasî riya herî nêzîkî çareseriyê ye û got "Ne mumkine serkeftin bi riyên leşkerî pêk were, liser me fere em bi her awayî hewilên çareserîya dîplomasî bidîn, da ku tundûtîjî bihên rawestandin û alîkarî bigehin pêdivyan".

Obam dîsan bal kişand ser pirsgirêkên li rojhilata navîn û da zanîn ku duberî û kerb û kîn li wê herêmê zêde dibin, desthilat serdestiya xwe ji şîdet û bikar anîna hêzê digir in, tayfgerş û hevdû qebul nekirin zêde dibe.

Di peyva xwe de Obama behsa rolê Rusiya kir û ew rexne kir û da zanîn ku niha Rusiya dixwaze vegere nerîna xwe ya berê û hewila xwe ferizkirinê dide û got "sedema Împîratoryian derbas bûye, lê Rusiya dixwaze bi riya hêzê serweriya xwe ya windakirî vegerîne".

XS
SM
MD
LG