Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama, Trump Hişyar Kiriye ku Flynn Neke Şêwirmendê Xwe


Serokê berê yê Amerîka Barack Obama, serokê hilbijartî yê wê demê Donald Trump hişyar kiriye ku jiber peywendîyên Michael Flynn ya bi Rûsan re, posta şêwirmendîya ewlekarîya netewî nede wî.

Alîkarekî berê yê Obama ji Reuters re got ku Obama ew hişyarî, çend roj piştî hilbijartinan di civîneke Ofîsa Oval de da Trump.

Heta niha Qesra Sipî li ser vê mijarê ti daxuyanî nedaye û berdevkê Obama jî red kir ku derheqa wê babetê bipeyîve.

Flynn jiber peywendîyên wî yên ligel Rûsan di bin vekolînê de ye û her jibo heman sedemê ji karê xwe hatibû dûrxistin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Flynn ji alîyê Obama ve ji posta seroktîya Ajansa Îstixbaratî ya Berevanî (DIA) ya hikûmeta Amerîkî ve hatibû qewitandin.

XS
SM
MD
LG