Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama di Merasîma Oxirkirina Peres de Peyîvî


Serokê Amerîka Barack Obama di merasîma binaxkirina serokê berê yê Îsraîlî Shimon Peres de axaftinek kir û ew wek yek jî kesitîyên herî girîng yê sedsala 20’an bi nav kir.

Obama got ku hem Amerîka, hem jî Îsraîl ji alîyê nirxên berxwedêr û koçberên tekoşer hatin damezrandin û Peres pesand ku jîyana xwe tev bo çareserkirina pirsgirêka nav Îsraîl û Fîlîstînîyan fêda kirr.

Rêberê Fîlîstînî Mahmud Abbas jî got ku bi beşdarbûna oxirkirina Peres, wî xwest ku mesajeke xurt bişîne civaka Îsraîlî ku Fîlîstînî aştîxwaz in û nirxa mirovên aştîxwaz yên wek Shimon Peres baş dizanin.

Hêjayî gotinê ye ku Obama bi şandeyeke ku ji 32 kesan pêk tê çû Îsraîlê û Serokê berê Bill Clinton, Wezîrê Derve John Kerry, Senatorên Demokratîk Bob Casey û Nancy Pelosi ji di nav şandê de ne.

Peres demeke dirêj e nexweş bû û ew roja Çarşemê, di 93 salîya xwe de koça dawî kiribû. Wî seroktî, serokwezîrî, wezîrtîya berevanî û wezîrtîya derve kiribû û bi giştî 48 sal wek endamê parlamana Îsraîlê xizmet kiribû.

XS
SM
MD
LG