Lînkên eksesibilîtî

Li Tirkîyê Rewşa Awarte 3 Mehên Din Hat Dirêj Kirin


Parlamentoya Tirkiyê dema Rewşa Awarte (OHAL) li wî welatî bo 3 mehên din dirêj kir.

Serokwezîriya Tirkiyê, biryara dirêjkirina dema Rewşa Awarte li seranserî wî welatî, bo pejirandinê şand parlamentoyê.

Parlamentoya Tirkiyê di civîna xwe ya asayî de, biryara jibo dirêjkirina dema Rewşa Awarte pejirand.

Li gor biryara nû, ewê 3 mehên din jî li seranserê Tirkiyê, Rewşa Awarte hebe ku ya nû îro Çarşemê di demjimêr 01:00 de destpê kir.

Ev cara sêyan e ku dema Rewşa Awarte tê dirêj kirin. Bi vê dirêjkirina nû, OHAL ya ku par piştî hewila darbeyê destpê kir, ewê li Tirkîyê salekê temam bike.

XS
SM
MD
LG