Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Dibêje Hêzên Ewlekarî yên Tirkîyê li Herêmên Kurdan Tawanên Giran Kirine


Komîserîya Bilind ya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (OHCHR), bi raporeke nû da zanîn ku hêzên ewlekarîya Tirkîyê, li herêmên Kurdan tawanên ‘’giran’’ yên zêdegavîyê kirine.

Komîserîya Bilind, di rapora ku li Cenevê eşkere kir de, dîyar kir ku hêzên Tirk, di navber Tîrmeha 2015 û Berfanbara 2016’an de ‘’kuştina komî, cînayet û gelek binpêkirinên din yên mafên mirovan’’ pêk anîne.

Li gor raporê jiber tundûtûjiya di operasyonan de ji herêmên Kurdan nêzî 500 hezar kes warên xwe terk kirine.

Komîserîya Bilind, bûyerên ku dema operasyonan de qewimîne bi hûrgilî nivîsîne û dîyar dike ku sîvîl bûne qurbanîyên şerê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) û dewletê.

Rapor dide zanîn ku piştî agirbesta li Tirkîyê dawî bûye, hêzên ewlekarîyê li 30 cîhan bi heman rengî kiryarên tundûtûjîyê pêk anîne, hin tax hatine kolandin û 800 ji wan hêzên ewlekarîyê, 1200 sîvîl, 2000 kes jiber pevçûnan hatine kuştine.

Jiber ku desthilata Tirkîyê destûr neda karbidestên Neteweyên Yekbûyî (NY) ku ew bûyeran vekolin, rapor bi xebatên sazîyên sîvîl û îdiayên malbatên qurbanîyan hatîye amade kirin.

Komîserê Bilind yê NY Raad El-Huseyni bi daxuyanîyeke nivîskî bang li bîragiştî kir ku ‘’lêpirsîneke serbixwe û demûdest’’ were kirin.

‘’Hikûmeta Tirk nehişt ku em di wî welatî kevin û bi ser de li dijî rastbûna îdiayên tund yên di raporê de derket. Lê gava em li îdiayan dinêrin û dibînin ku ji 355 hezarî zêdetir kes warên xwe terk kirine, şert e ku lêpirsîneke serbixwe û demûdest were kirin’’ El-Huseynî got.

Komîserîya Bilind, berî hewildana darbeyê ya meha Tîrmehê jî, di Gulanê de dabû zanîn ku di pevçûnên li herêmên Kurdan zêdegavîyên ser sîvîlan tund û zêde ne.

XS
SM
MD
LG